Beriya ku ez ji ziman fêhm bikim, min ew di bedena xwe de, di hestên xwe de hîs kir. Di malzarokê de -tewr beriya ku ez karibim peyvekê ava bikim- min dengê dayîka xwe bihîst. Wê zikê xwe miz dida û dengên xerîb û xemgîn lê nerm derdixistin. Min fêhm nedikir ka wê çi digot lê min hîs dikir ku ew bi min re diaxive.
Di destpêkê de ziman ji bo min ne xwedî wateyekê bû. Ew pêwendiyek bû, awazek bû ku di nav bêhn, xwîn û ruhê min re diherikî.
Ez bawer dikim ku zimanê zikmakî wê demê dest pê dike dema ku mirov yekem car xwe di ewlehiyê de hîs dike û pê dihese ku ew ne bi tenê ye.
Piştî ku ez ji dayîk bûm jî vê yekê berdewam kir. Dema ku ez digiriyam, wê stran digotin. Dema ku xewa min nedihat, wê ez bi wan peyvan dihejandim ku ez îro jî di nav xwe de hildigirim. Carinan dema ku ez çavên xwe digirim ez wan dibihîzim, mîna ku ji dûr ve an jî ji nêz ve vedeng didin. Di demên tirs û şermê de -di wan salên zarokatiyê de ku hinekan henekê xwe bi dikir, hinekan li min dixist an jî ez tehdîd dikirim- destê wê û dengê wê yê bi zimanê min ê zikmakî bû ku ez li ser pêyan dihêştim.
Mirov dikare fêrî zimanan bibe da ku kar bike, bi ser bikeve, di cîhanê de bigere lê tenê zimanek ew qasî zû, di kûrahiya hebûna me de rehên xwe ber dide ku mîna beşek ji pergala demaran tê hîskirin. Ev ziman ne tenê tê fêrbûn. Ew di bedenê de şênber dibe.
Ne gotineke romantîk yan jî mibalexe ye ku mirov bibêje ziman ji amûrekê zêdetir e, ew rastiyeke antropolojîk e. Her ziman, rêyeke bêhempa ye ji bo organîzekirin, şîrovekirin û bibîranîna cîhanê.
Dema ku zimanek winda dibe, ne tenê peyv winda dibin, perspektîvek jî ji holê radibe. Di nav her zimanî de xezîneyeke çîrokan, kevneşopiyên devkî û ezmûnên hevpar heye. Her dema ku zimanek bê deng dibe, beşek ji bîra mirovahiyê jî pê re winda dibe.
Îro li cîhanê bi nêzîkî 7 hezar zimanan tên axaftin. Gelek ji wan dê di çend dehsalên pêşiya me de winda bibin. Ne bi teqînan yan jî bi sernavan lê bi rêya bêdengiyê.
Ez bi çend zimanan diaxivim. Ez metnên akademîk, roman û lêkolînan bi wan zimanan dinivîsim ku derî ji min re vekirine. Her ziman gerdûnek e, bi mantiq û mûzîka xwe ya taybet e lê dîsa jî zimanê min ê zikmakî wekî tiştekî cuda, tiştekî kûrtir dimîne, ji ber ku ew ne tenê kodek e. Ew mala yekem a cîhana min a hundirîn e.
Ziman ne tenê tiştên ku em hîs dikin û difikirin nîşan dide. Ew wan çêdike. Ew balê dikişîne. Ew têgihîştinê ava dike. Ew sînorên rastiyê xêz dike, derfetan vedike an jî wan digire. Dibe ku em qet bi temamî nizanibin ka ziman çawa bi kûrahî ramîna me çêdike lê xalek nayê înkarkirin: Ew bandorê li tiştên ku em dibînin, tiştên ku em bi bîr tînin û tiştên ku em bawer dikin pêkan in dike.
Peyv û hest ji ya ku me berê texmîn dikir zêdetir bi hev ve girêdayî ne. Dema ku em êş yan jî tirsê werdigerînin peyvan, ji ragihandinê zêdetir tişt diqewimin. Tiştek rûdinê. Tiştek aram dibe. Ziman dikare dilgiraniyê veguherîne tiştekî ku navê wê dikare bê dayîn. Mirov êşê dikişînin û ew diaxivin. Dibe ku ew ji ber ku diaxivin li jiyanê dimînin.
Lê dîsa jî ziman dualî ye. Bi navkirina ezmûnên xwe, em wan di cihê wan de jî asê dikin. Peyv dikarin azad bikin û dikarin bixin zindanê jî. Kî ku tim bibêje "Ez nikarim vî karî bikim", zindaneke hundirîn ji rêzimanê ava dike. Kî ku bibêje "Ez hîn fêrî vê nebûme", qadekê ji bo paşerojê vedike. Ziman ne sêhr e, ew qadeke sersariyan e.
Di helbesta Kurdî de ev têgihîştin ti carî ne kurteyek bû.
Di sedsala 17an de, Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de nivîsî ku gelekî bêyî zimanê xwe wekî bedenek bê ruh e. Ji bo wî, ziman ne xemilandin û ne jî folklor bû. Ew hebûna wan bû. Ew rûmet bû. Ew ew keştî bû ku bi rêya wê bîr, evîn û berxwedan ber bi pêş ve dihatin birin. Dema ku êş nikare bê gotin, di nav bêdengiyê de tê veguhastin. Dema ku zimanekî taybet ê evînê tune be, ew kûrahiya xwe ji dest dide.
Dema ku mirov bi vî awayî lê dinêre, ziman ne tenê derbirîna rewşên hundirîn e. Ew wan durist dike. Ew civakan bi hev ve girê dide ji ber ku rê dide ku êş bê parvekirin û hêvî bê bilêvkirin. Ew cîhanekê diafirîne ku em tê de ne tenê kar dikin. Em ji hevdû fêhm dikin.
Ji ber vê yekê ye ku dema zimanek ji aliyê siyasî ve tê bêqîmetkirin, ew qasî kûr mirov diêşîne. Li Tirkiyeyê, bi dehsalan zimanê Kurdî hat qedexekirin, cezakirin û neqanûnîkirin. Ev ne tenê midaxeleyeke li pergala ragihandinê bû. Ev midaxeleyeke li jiyannameyan, li wêneyên xwebûnê, li nifşan bû. Zimanê serdest bû zimanê naskirinê, yê kariyerê, yê ewlehiyê yê ku bi rêya wê mirov cidî tê girtin û di nav aştiyê de tê hiştin.
Asîmîlasyon kêm caran bi tundûtîjiyê dest pê dike. Ew bi avantajên ku dide dest pê dike.
Îro carinan tehemulî Kurdî tê kirin lê belê di nav wê tehemulê de metirsiyeke nû û belkî jî mezintir veşartî ye. Bi awayekî paradoks, zimanê Kurdî ji her demê zêdetir di bin metirsiyê de ye, bi taybetî jî li Tirkiyeyê. Ne tenê bi qedexeyên eşkere, bi dorpêçkirina sembolîk û marjînalîzekirina pêkhatî jî.
Kurdî hêdî hêdî ji zimanekî berxwedanê vediguhere zimanekî folklorîk, vediguhere pêşangehekê. Wekî objeyeke di muzexaneyekê de tê dîtin lê cewhera wê hatiye valakirin. Wekî mîrateke çandî tê naskirin lê ji bikaranîna rasteqîn a di jiyana rojane de, di saziyan de, di pêkhateyên desthilatdariyê de hatiye bêparkirin. Mirov dikare bi Kurdî stranan bibêje. Mirov dikare pê re govêndê bigere lê nabe ku mirov pê hikum bike, pê darizandinê bike yan jî pê kariyerê ava bike.
Tirkî wekî zimanê desthilatdarî, birêvibirî, naskirina akademîk û tevgera civakî dimîne. Ew zimanê wan kesan e ku bi ser dikevin, yên ku aîd in. Bi rêya wê, mirov bilind dibe. Bi rêya wê, mirov tê parastin.
Lê belê Kurdî, berevajî vê yekê, tehemul jê re tê kirin lê rêz jê re nayê girtin. Bi eşkereyî êrişî wê nayê kirin. Bi awayekî nerm rastî cihguhertinê dibe. Ne tenê bi zextên dengbilind, bi bêwatebûna wê ya binesazî jî ev tê kirin. Bi nebûna cihgirtina wê ya saziyî. Bi wê peyama nepenî: Tu dikarî biaxivî lê ev yek te nagihîne ti derê.
Bi vî awayî, zimanek hêdî hêdî cihê xwe yê di nav civakê de ji dest dide.
Û dema ku cihê zimanekî tune be, paşeroja xwe jî ji dest dide.
Asîmîlasyon her tim bi dengbilindî pêk naye. Dikare bê deng be. Îdarî be. Burokratîk be. Ji aliyê aborî ve rasyonel be. Ew bi rêya pergalên perwerdeyê, bazarên kar û prestîjê kar dike. Ew hiyerarşiyeke zimanan diafirîne, yek sermayeyê û yê din jî hestiyariyê temsîl dike.
Zext dikare berxwedanê derxe holê. Jiholêrakirina pêkhateyan dike ku mirov ji bîr bike û jibîrkirin ji her qedexeyê zêdetir dijî.
