Sedsala nû ya Kurdan dê ji sedsala borî cudatir be. Kurd yek in, loma divê partiyên Kurdistanê êdî vê yekîtiyê xera nekin. Dengê tivingên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê cara ewil kirin yek. Va ye kesekî wekî Mehdî Zana dibêje, “Wan salên 50, 60 û 70yî ewqas zext li me kiribûn û ewqas behsa Pêşmerge û Barzaniyan bi xerabî dikirin, min biryar da ku di nîvê şevekê de li ser dîwarê taxeke bajarê xwe bi tîpên mezin bi Kurdî binivîsim: Bijî Barzanî.”
Niha jî Rojavayê Kurdistanê hemû Kurd kirine yek. Kurd li hemberî êrişên li Rojavayê Kurdistanê raneniştin û negiriyan, Kurd di hemû waran de ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bi her awayî rabûn ser piyan.
Yek ji mêvanên Dîdara Profesor Îzedîn Mistefa Resûl a ku rojên 23 û 24ê Kanûna Paşîn a 2026an li Silêmaniyê hat lidarxistin, Serokşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bû. Baydemîr piştî belavbûna wê vîdeoyê hat naskirin ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê jê dipirse: “Birêz Baydemîr Kurdistan li ku derê ye?” Osman Baydemîr dizane ku nikare li ser nexşeya cîhanê Kurdistanê nîşanî Serokê Parlamentoyê bide, destê xwe yê rastê datîne ser dila xwe û dibêje, “Serokê hêja, aha Kurdistan li vir e” û mebesta wî dilê wî ye. Êdî ew vîdeo bû çirûskek û agir berda hestên neteweyî yên Kurdan û Baydemîr jî bû kesayetiyekî naskirî yê seranserê Kurdistanê.
Çîroka “W”yê
Baydemîr siyasetmedarek e ku çi di dilê wî de ye tîne ser zimanê xwe û wêrek e. Di wê dîdarê de serpêhatiyeke trajîkomîk veguhast û got:
“Sala 2006an bi boneya sersala nû min xwest surprîzekê bikim. Min bi her sê zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî pîrozbahiya sersalê ji hemû parêzgar, parlamenter, rojnameger, parêzer û hemû beşên wî welatî re şand ku nêzîkî 5 hezar nameyan dikir. Bi wan her sê zimanan min got: Sersala we pîroz be! Tiştê ecêb ew bû, ne bi Kurdî, ne bi Îngilîzî û ne jî bi Tirkî bersiva pîrozbahiyê nedan, berevajî wê hemûyan name li min vegerandin û qebûl nekirin, tenê ji ber ku min bi Kurdî nivîsîbû ‘Cejna sersala we pîroz be!’ Tenê cihekî bersiv neda û nameya min jî venegerand, ew jî Dadgeha Amedê bû. Min ji hevalên xwe re got, ‘Tiştekî baş e, madem dadgehê nameya min venegerandiye, naxwe dijayetiya zimanê Kurdî nekirine, qey nake bila ew pîrozbahiyê li me nekin.’”
Lê piştî mehekê fîlm li wir dest pê dike ku Dadgeha Amedê bi hinceta binpêkirina yasaya tîpên Tirkî, Baydemîr dibin dadgehê û dest bi lêpirsînê dikin! Dadwer jê re dibêje, “Tu bi xwe dizanî em çima te didarizînin, te yasaya zimanan bin pê kiriye û te bi zimanê Kurdî sersal pîroz kiriye. Ji wê jî xerabtir, te bi bikaranîna tîpa `W`yê yasaya tîpên Tirkiyeyê bin pê kiriye!”
Baydemîr bi hesret behsa serpêhatiyê kir û got, “Min ji dadwer re got, ez benî, ma ev kengî binpêkirin e? Ma di pîrozbahiya bi Îngilîzî de jî tîpa ‘W’ heye, naxwe çima ew qedexe nîne?! Dadwer dibêje ‘Ew mijareke din e.’ Loma ji Baydemîr dixwazin ku divê bi fermî lêborînê ji dewletê bixwaze û ji bo wê sûca ku kiriye ji malpera dadgehê re bişîne.”
