Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê ragihand ku xwendina Quranê ya bi dengê bilind ji bo jinan serbest e.
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd Weysî diyar kir ku jin dikarin bi dengekî bilind Quranê bixwînin.
Dr. Ebduletîf Ehmedê ku yek ji rêberên Selefiyên Başûrê Kurdistanê ye jî heman nêrînê parve dike lê şertekî datîne û dibêje, “Nabe bi ‘naz û cîlwe’ bixwîne.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd Weysî ji Rûdawê re axivî.
Dr. Ebdulah Seîd Weysî got:
"Li gorî ola Îslamê xwendina Qurana Pîroz a bi dengê bilind ji bo jinan serbest e."
“Dengê jinê ne ewret e”
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê amaje pê kir ku “Dengê jinê ne ewret e” û got:
