Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sokotoyê ya Nîjeryayê 15 zarok ji ber nexweşiya sorikê mirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Eyaleta Sokotoyê Farûq Wurno li ser mijarê daxuyaniyek da.
Faruk Wurno eşkere kir ku li gundê Kurawayê yê eyaletê nexweşiya sorikê di nav zarokan de hatiye dîtin.
Wurno ragihand ku ji ber vê nexweşiyê 15 zarok mirine.
