Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka Kurd a Tîma Neteweyî ya Îranê û golkara tîmê Zehra Qenberî, ji wergirtina mafê penaberiyê yê li Awistralyayê poşman bû.
Lîstikvana Kurd Zehra Qenberî dê li Malezyayê tevlî şandeya tîma neteweyî bibe.
Zehra Qenberî lîstikvana herî navdar a Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Jinan a Îranê ye.
Ji Kupaya Asyayê hatin derxistin
Piştî ku tîma Îranê ji Kupaya Asyayê ya Jinan hat derxistin, ew û çend lîstikvanên din ên tîmê li Awistralyayê daxwaza mafê penaberiyê kir.
Hikûmeta Awistralyayê daxwaza wan qebûl kir lê dixuye ku niha hemû poşman dibin.
Zehra Qenberî çend roj in li Awistralyayê dimîne.
Lê piştî ku 4 endamên din ên tîmê ragihand ku ew ji daxwaza xwe ya ji bo mana li Awistralyayê poşman bûne, îro Zehra Qenberiyê jî biryar da ku vegere Îranê.
Ji bo vê yekê ew dê biçe Malezyayê da ku tevlî şandeya tîma neteweyî bibe.

