Hewlêr (Rûdaw) - Îro Derbiya Kurdistanê ye. Çavên hezkirên futbolê li Amedê ne.
Du tîmên navdar û diyar ên Bakurê Kurdistanê tên pêşberî hev.
Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de mazûvaniya Vansporê dike.
Di çarçoveya pêşbirkên hefteya 27an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, îşev saet 20:00î tîma Amedsporê li stadyuma xwe bi Vansporê re dilîze.
Her du tîm jî bi armanca bidestxistina 3 puanan derdikevin qadê û dixwazin alîgirên xwe dilxweş bikin.
Amedspor li pey serkeftinê ye
Amedsporê di her du maçên xwe yên dawî de serkeftin bi dest nexistiye.
Piştî ku Mesut Bakkal wekî rahêner vegeriya tîmê, Amedspor dixwaze sûdê ji stadyum û alîgirên xwe wergire da ku ji rikeberiya ji bo rêza yekem a lîgê dûr nekeve.
Amedspor beriya vê maçê di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de bi 51 puanan di rêza sêyem de ye lê maçeke wê kêm e.
Ew 5 puanan ji tîma duyem û 6 puanan jî ji ya yekem dûr e.
Tîma Amedê dixwaze maça îro bi ser bikeve û ji pêşbaziyê qut nebe.
Vanspor xurt e
Tîma Vansporê di çend hefteyên dawî de performanseke gelekî baş nîşan daye.
Vanspor di 3 maçên dawî de têk neçûye û 2 serkeftin bi dest xistine.
Ew îro li deplasmanê dilîzin lê çavê wan li wê yekê ye ku di lîgê de derkevin rêzên jortir.

