Mêrdîn (Rûdaw) - Mardînspor niha tenê bihûstekê dûrî Lîga Yekem e.
Tîma serkeftî ya ku di Koma Sor a Lîga Duyem de têdikoşe, cihê xwe di playoffê de garantî kiriye û niha tenê maçek maye da ku lîstina di fînala playoffê de jî misoger bike.
Tîma sor û şîn dê sibe mazûvaniya Fethîyesporê bike. Eger Mardînspor di vê maçê de bi ser keve, dê rasterast derbasî fînala playoffê bibe.
Amadehiyên li Mêrdînê
Tîma Mardînsporê bi moralekî bilind û bi bawerî li tesîsên Zinara Mêrdînê rahênanên xwe yên dawî yên berî maça Fethîyesporê dike.
Mêrdînspor hefteya borî li deplasmana Guzîde Gebzesporê 2-1 bi ser ketibû.
Bi vê serkeftinê puanên tîmê gihîştin 70yî û Alîagaspor li paş xwe hişt û derket rêza duyemîn.
Rahênerê Mardînsporê Bulent Akan li ser armanca tîmê got:
“Ji serê sezonê heta îro, Mardînspor li wî cihê ku heq dike ye.
Gelek maçên giring hatin lîstin û hinek jî hatin windakirin. Ji bo maça sibe piştgiriya alîgirên me gelekî giring e.
Înşalah hedefa me derketina ji playoffê ye.”
Moralê lîstikvanan bilind e
Lîstikvanên tîmê diyar dikin ku wan keda xwe daye û tîm anîne vê astê.
Mardînsporê di 6 maçên dawî de 5 serkeftin bi dest xistine û tenê li hemberî Bursasporê têk çûye.

