Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd wek endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hat hilbijartin.
Ciwanê Kurd Bîlal Ata Aktaş li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew wekî endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hatiye hilbijartin.
Bîlal Ata Aktaş di parvekirina xwe de anî ziman:
“Tevî destpêka vê sala nû dixwazim derheqê xwe de agahîyeke girîng bidime we. Ji bo du salan, tevî 100 kesên din, wekî endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hatim hilbijartin.
Bo min cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Di van du salên pêş de, li gel xebatkar û biryarderên bajêr, ez ê bişêm bêhtir bala xwe bidim kêşe û gelemşeyên Parîsê û çi çûk û çivîk û çi nebat û beşer, ji bo baş û qencîya hemû niştecihên vî bajarî bixebitim.”
Bîlal Ata Aktaş her wiha da zanîn:
“Bi serokatiya şaredara Parîsê Anna Hidalgo û bi berpirsyarîya Berpirsa Karên Ciwanî û Cigîra Saredara Parîsê Hélène Bidard, em ê bi awayekî periyodik bicivin û ligel nûnerên civaka sîvil, gelê Parîsê û rayedarên sîyasî danûstandinê bikin.
Endamên Konseyê herwiha dikarin bo navçeyên bajêr wekî nûner bên hilbijartin. Derheqê vêya de jî bawer im dê xeberên xweş bên.”
