Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke veguhastina leşkerî ya cureyê Antonov-26 (An-26) li Nîvgirava Qirimê ketiye.
Di qezayê de her 29 kesên ku di balafirê de bûn mirine.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezaretê, 31ê Adarê derdora demjimêr 18:00an (bi dema Moskowê) pêwendiya bi balafira veguhastina leşkerî re qut bûye.
Hat diyarkirin ku balafirê di qada asmanî ya Nîvgirava Qirimê de firîneke asayî dikir.
23 leşker û 6 xebatkarên balafirê mirin
Piştî bûyerê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn herêmê û gihiştin bermayiyên balafira cureyê An-26.
Di lêkolînên destpêkê de hat piştrastkirin ku 6 xebatkarên balafirê û 23 leşkerên ku di balafirê de bûn nefilitîne.
