Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de ragihand ku ew piştgiriya tam didin hewlên navbeynkariyê yên Pakistanê yên ji bo rawestandina şerê Îran û Amerîkayê.
Wezareta Karên Derve ya Çînê pirsên me bersivandin û diyar kir ku ew li bendê ne Pakistan di kêmkirina alozî û destpêkirina dan û standinan de "roleke bêhempa" bilîze.
"Roleke bêhempa" ya Pakistanê
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand:
"Hewlên navbeynkariyê yên Pakistanê li gel berjewendiyên hevbeş ên hemû aliyan in.
Çîn amade ye ku ji bo derbaskirina astengan û rawestandina bilez a şer li gel Pakistanê bixebite."
