Hewlêr (Rûdaw) - Wekî nîşaneya xurtbûna dostaniya li gel Kurdistan û bajarê Zaxoyê, li bajarê Moorheadê yê eyaleta Minnesotayê, bi navê Kurdistanê parkek vedibe.
Bi amadebûna berpirsên bajarê Moorheadê, Endamên Kongreya eyaleta Minnesotayê û rewenda Kurd, konferanseke taybet a li ser dostaniya Kurdistan û Moorheadê hate lidarxistin.
Şaredara Moorheadê Shelly Carlson di konferansê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ji bo rêzgirtina li dostaniya Moorhead û Zaxoyê, ew dê navê yek ji parkên bajêr bikin Kurdistan.
Cîhan Brîfkiya ku Kurdeke nişteciha wî bajarî ye û di konferansê de amade bû, ji Rûdawê re ragihand ku armanca wan xurtkirina têkiliyên di navbera Kurdistan, bajarê Moorhead û eyaleta Minnesotayê de ye.
Cîhan Brîfkî yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina dostaniya navbera Moorhead û Zaxoyê alîkar bûye. Wê di konferansê de behsa giringiya dostaniya Kurd û bajarê Moorheadê kir.
