Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff hûrgiliyên civînên girtî yên dan û standinên bi Îranê re eşkere kirin.
Witkoff ragihand ku li Tehranê rêjeyeke zêde ya uranyuma meyandî (dewlemendkirî) heye û dikare bi lezeke bêwêne bibe çeka atomî.
Witkoff ji kanala Fox Newsê re axivî û amaje pê kir ku Îranê di dan û standinan de bi israr parastiye ku "mafê wê yê teqez e" hemû sotemeniyên atomî dewlemend bike.
Daxwazên Amerîkayê hatin redkirin
Li hemberî vê yekê, Washingtonê ji Îraniyan re ragihandiye ku Serok Trump wiha difikire: "Dema hûn sînorên sor derbas dikin, mafê me yê teqez e ku em bi temamî rê li ber we bigirin."
Witkoff got, "Redkirina daxwazên Amerîkayê ya ji aliyê Îranê ve isbat kir ku armanca Tehranê tenê ew e ku ji bo mebestên leşkerî uranyumê dewlemend bike."
Dîplomatê Amerîkayî daxuyand ku wan pêşniyara rawestandina dewlemendkirinê ya ji bo 10 salan xistiye pêşiya Îranê.
Şertê vê pêşniyarê jî ew bûye ku Washington mesrefê sotemeniyê yê Îranê dabîn bike lê belê Tehranê ev pêşniyar red kiriye.
