Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re axivî.
Axios dibêje, "Armanca van pêwendiyan gotûbêjkirina şerê hevpar ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û pêngavên paşerojê yên vê nakokiyê bû."
Sê çavkaniyên agahdar ji malperê re ragihand, "Ev pêwendî tenê rojekê piştî destpêkirina bombebaranên dijwar ên Amerîkayê yên li Îranê (roja şemiyê) hatin kirin."
Çavkaniyekê naveroka guftûgoyan wekî "hestyar" pênase kir û red kir ku hûrgiliyên zêdetir eşkere bike.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di bersiva pirseke derbarê van pêwendiyan de got:
