Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger piçek wextê wan hebe, ew dikarin Tengava Hurmizê bi hêsanî vekin û dest deynin ser petrolê.
Trump ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got, "Ev dê ji bo hemû cîhanê bibe kaniyeke herikbar a petrolê."
Donald Trump li ser girtina Tengava Hurmizê û rawestandina hatin û çûyîna keştiyan wiha got:
"Bi piçek wextê zêdetir, em dikarin Tengava Hurmizê bi hêsanî vekin, petrolê wergirin û serweteke mezin bi dest bixin."
Serokê Amerîkayê geşbîniya xwe nîşan da ku kontrolkirina wê rêya avê ya stratejîk û destdanîna ser çavkaniyên enerjiyê dê encameke mezin ji bo aboriya cîhanê hebe.
Serokê Amerîkayê anî zimên, "Ev dê ji bo hemû cîhanê bibe kaniyeke petrolê."
