Hewlêr (Rûdaw) - Raporek nîşan dide ku artêşa Amerîkayê di 24 saetên yekem ên êrişên li Îranê de li hezar cihên cuda xistiye.
Ji bo vê yekê jî pişta xwe daye teknolojiya hişê çêkirî ya herî bipêşketî ku ev yek di dîroka şeran de cara ewil e.
Ev teknolojî bûye sedema sereke ya lezkirina operasyonan.
Lê belê li Washingtonê di navbera hikûmet û şirketa hilberînera vê teknolojiyê de nakokiyeke dijwar heye.
Li gorî rapora rojnameya Washington Postê, artêşa Amerîkayê "Sîstema Jîr a Maven"ê (Maven Smart System) bi kar tîne.
Washington Postê ev agahî ji sê çavkaniyên cuda wergirtine.
Sîstema Mavenê ji aliyê şirketa Palantirê ve hatiye çêkirin.
Ev sîstem bi rêya bernameya "Claude"yê dixebite û Claude jî berhema şirketa Anthropicê ye.
Sîstema Mavenê çi ye?
Ev sîstem platformeke îstixbaratê ye û bi hişê çêkirî hatiye xurtkirin û artêşa Amerîkayê wê bi kar tîne.
Artêş ji bo xebitandina vê sîstemê, sûdê ji bernameya Claudeyê dibîne.
Sîstem dikare di heman demê de ji 179 çavkaniyên cuda agahiyan wergire û amaran analîz dike.
Bi vî awayî di dayîna biryaran de alîkariya berpirsên leşkerî dike.
Maven hişê çêkirî ji bo van karan bi kar tîne: Naskirina armancan di wêne û vîdeoyan de, derxistina agahiyên îstixbaratî, kurtkirina raporan, birêvebirina beşên lojîstîk û odeyên operasyonan, pêşniyarkirina cihên lêdanê û analîzkirina metirsiyan.
Li gorî raporê, sîstemê gelek agahiyên nihênî analîz kirine û ew agahî ji peykan, balafirên sîxuriyê û çavkaniyên îstixbaratê hatine wergirtin.
Sîstemê di demeke pir kurt de cihê armancan destnîşan kiriye û paşê ew li gorî girîngiya wan rêz kirine.
Berpirsekî leşkerî li ser vê yekê got, "Claude û Mavenê wiha kiriye ku ew plana şer a ku berê bi hefteyan dikişand, bibe karekî kêlîkî."
Nakokiya Amerîka û Anthropicê
Ev teknolojî piştgiriya sereke ya operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) dike.
Lê têkiliya Birêvebiriya Anthropicê Dario Amodei û birêvebiriya Trump têk çûye.
Donald Trump tenê çend saetan berî destpêkirina bombebaranan, biryarek da û wî xwest ku bikaranîna teknolojiya vê şirketê di saziyên hikûmetê de bê qedexekirin.
Ev nakokî piştî biryareke şirketê derket holê.
Şirketê nexwest teknolojiya wê ji bo sîxuriya bikom a li ser welatiyên Amerîkî were bikaranîn.
