Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî çend çavkaniyan, Rûsya bi dayîna zanyariyên hûrgilî yên îstixbaratê alîkariya Îranê dike da ku hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bike armanc.
3 berpirsên agahdar ji rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê re ragihand ku Moskow li ser tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê zanyariyên hestiyar ên îstixbaratê dide Tehranê.
Wan berpirsan ku ji ber hestiyariya mijarê nexwestiye navê wan were eşkerekirin, diyar kir ku Rûsyayê yekser piştî destpêkirina şer a roja şemiyê dest bi dayîna zanyariyan kiriye.
Balyozxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê, Pentagon û CIAyê nexwest li ser vê mijarê ti daxuyaniyekê bidin.
Pisporên leşkerî ji rojnameyê re ragihand ku ev alîkarî dikare rave bike bê çima êrişên mûşekî û dronî yên vê dawiyê yên Îranê ew qas bi awayekî hûr gihiştine armancên xwe.
"Dixwazin pergalên Amerîkayê têk bibin"
Pispora leşkerî ya Rûsyayê ya Enstîtuya Carnegieyê Dara Massicot di wê baweriyê de ye ku Tehran bi armanceke gelekî hûr kar dike û got:
"Ew dixwazin pergalên fermandarî û kontrolê yên Amerîkayê têk bibin."
Her wiha Lêkolînera li Zanîngeha Harvardê Nicole Grajewskiyê jî amaje bi wê yekê kir ku êrişên Îranê nîşaneya bipêşketineke mezin in û karîne pergalên parastina asmanî derbas bikin.
Wê anî zimên ku ev yek nîşaneya başbûna şiyana pêkanînê ye li gorî şerên borî.
Helwesta Koşka Spî û êrişên li Kendavê
