Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got, “Îran dê îro derbeyeke gelekî dijwar bixwe.”
Trump her wiha got, “Îran niha windakera Rojhilata Navîn e.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump got, “Îrana ku gelekî bi tundî lê tê xistin, ji cîranên xwe yên Rojhilata Navîn lêborîn xwest, teslîm bû û soz da ku êdî êrişî wan neke.”
“Cara ewil e têk diçe”
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îranê ev soz “tenê ji ber êrişên dijwar ên Amerîka û Îsraîlê” daye û got:
“Çavê wan (Berpirsên Îranê) li wê yekê bû ku dest deynin ser Rojhilata Navîn û bi rê ve bibin.
Cara ewil e ku Îran di heyama bi hezaran salan de li hemberî welatên derdora xwe yên li Rojhilata Navîn têk diçe.”
