Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku di 9 rojên şerê Îranê de şiyana avêtina mûşekan a Îranê ji sedî 90 kêm bûye û hêza deryayî ya wî welatî jî bi temamî hatiye têkbirin.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt li ser şerê Îranê ji Fox Newsê axivî.
Karoline Leavittê got, "Îranî bi gotinan gefan dixwin lê di kiryaran de ew ne wekî 9 roj berê bi hêz in; ev tiştekî tekez e."
Leavittê her wiha ragihand, "Washington dê jiholêrakirina şiyanên Tehranê berdewam bike heta ku piştrast dibin ew nabe xwediyê çekên nukleerî û mûşekên wê êdî nabin metirsî."
Bazara enerjiyê û bihayê petrolê
Li aliyê din Leavittê derbarê bazara enerjiyê û bilindbûna bihayan de got ku Donald Trump û tîma enerjiyê ya Amerîkayê bi temamî kontrola rewşê kiriye.
