Hewlêr (Rûdaw) - Pete Hegseth ragihand ku li gorî peymana agirbesta demkî ya Amerîka û Îranê, divê "madeyên nukleer ên di destê Tehranê de bêyî dereng bikeve ji Îranê werin derxistin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth li gel Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Cane li Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon), piştî agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ku Îsraîlê jî li xwe digire, konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Pete Hegseth êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê wekî "serkeftineke leşkerî ya teqez" pênase kir û wiha axivî:
"Li gorî mercan, madeyên nukleer ên ku nabe di destê Îraniyan de bin, dê yekser ji Îranê werin derxistin."
"Em li herêmê dimînin"
Pete Hegseth tekez kir ku artêşa Amerîkayê di vê demê de ji herêmê venakişe û eger pêwîst bike dê dîsa dest bi êrişan bike û anî ziman:
"Em naçin ti deran. Em dê piştrast bin ku Îran bi vê agirbestê pêbend e û em dê di dawiyê de li ser maseyê rûnin û peymanekê îmze bikin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê li ser girîngiya vê rojê got:
"Rastiya vê sibehê ev e: Îro ji bo aştiya cîhanê rojeke mezin e."
Hegseth parast ku ev agirbest piştî êrişên artêşa Amerîkayê ji aliyê Îranê ve hatiye xwestin.
Hegseth her wiha angaşt kir ku birêvebiriya Tehranê dizane ev agirbest tê wê wateyê ku "ew dê ti carî nebin xwedî çeka nukleer" û wiha li pey çû:
"Heger ew li ser maseya dan û standinan biryareke şaş bidin, ew dê ji bo lêdana me armancên leşkerî yên hêsantir biafirînin.
Em dizanin madeyên nukleer ên di destê wan de çi ne û divê werin radestkirin."
Rewşa Tengava Hurmizê
