Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê diyar ê Komariyan Lindsey Graham ragihand ku pirsgirêka sereke ya herêmê rejîma niha ya Îranê ye.
Graham diyar kir, dema ku ew rejîm birûxe dê guherîneke dîrokî li Rojhilata Navîn rû bide.
Graham di hevpeyvîneke xwe ya bi qanala Fox Newsê re bal kişand ser wê yekê ku Îran 47 sal in dirûşma "Mirin ji bo Amerîkayê" bilind dike û destê wê bi xwîna Amerîkiyan sor e.
Wî tekez kir ku rûxîna vê rejîmê tenê hewceyî bi demê heye.
Graham li ser rûxîna rejîmê got, "Ev ne mijara 'eger'ê ye, mijara wê yekê ye ku dê 'kengî' rû bide."
