Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku "divê êrişên li Libnanê kêm bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji NBC Newsê ya Amerîkî re hevpeyvîneke kurt a bi telefonê kir.
Donald Trump di hevpeyvînê de peymana agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de û êrişên Îsraîlê yên li Libnanê nirxandin.
Serokê Amerîkayê amaje bi pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Benjamin Netanyahu re kir û got:
"Ez bi Bibî re axivîm û ew jî dê vê mijarê hinekî din aram bike.
Bi dîtina min divê em hinekî aramtir tevbigerin."
Trump destnîşan kir ku ji bo peymana agirbestê kêmkirina aloziya li herêmê girîng e û da zanîn ku Îsraîlê ji îro ve êrişên xwe yên li Libnanê "kêm kirine."
