Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku dê roja sêşemê êrişên Amerîkayê yên li Îranê bigihîjin asteke nû ya tundiyê.
Hegseth da zanîn ku dê şer heta wê dema ku Donald Trump biryarê bide bidome.
Hegseth li Pentagonê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Hegseth piştî ku zêdetirî 10 rojan di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê re derbas bûn got:
"Dê îro roja herî tund a êrişên me yên li ser Îranê be. Dê hejmara herî zêde ya balafirên şer beşdar bibin."
Biryara dawî di destê Trump de ye
Hegseth derbarê dema bidawîhatina şer de amaje pê kir ku "kontrol di destê Trump de ye û ew bi xwe biryarê dide."
Hegseth her wiha got, "Ne karê min e ku ez bibêjim şer di destpêkê, nîvî yan jî dawiyê de ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja borî gotibû, dibe ku şer "gelekî zû" biqede lê wî agahiyên hûrgilî nedabûn.
Sererkanê Amerîkayê Dan Caine jî li gel Hegseth beşdarî konferansa rojnamegeriyê bû.
Caine ragihand ku yek ji armancên wan jiholêrakirina Hêzên Deryayî yên Îranê ye.
Caine diyar kir ku ew Hêzên Deryayî yên Îranê bi rêya "topxane, balafirên şer û mûşekên deryayî" dikin armanc.
Gefên li ser hinartina petrolê
Îranê soz daye heta ku şer bidome ew dê hemû hinartina petrolê ya li Kendavê rawestîne.
