New York (Rûdaw) - Jerome Bonnafont ragihand ku welatê wî li gel 60 dewletên din ji bo aramkirina rewşa Libnanê dixebite.
Balyozê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont her wiha hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de dan û standinên rasterast dest pê bikin.
Jerome Bonnafont di daxuyaniyeke taybet de ji nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re qala hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo Libnanê kir û got:
"Me niha li gel 60 dewletan daxuyaniyeke girîng pesend kir ku tê de çi hewce bû li ser rûdanan were gotin, hatiye gotin."
Balyozê Fransayê li ser gavên paşerojê yên ji bo bidawîanîna aloziyan wiha peyivî:
"Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de dan û standinên rasterast werin kirin û her wiha agirbest Libnanê jî li xwe bigire."
