Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku şandeyên Amerîka, Îran û Pakistanê li Îslamabadê dest bi dan û standinên sêalî û "rûbirû" kir.
Ev gav wekî hewleke di asta herî bilind de ji bo bidawîkirina şerê Rojhilata Navîn tê dîtin.
Berpirsekî pilebilind ê Koşka Spî eşkere kir ku vê carê her sê alî bi awayekî rasterast û rûbirû civiyane.
Şêwaza dan û standinan guherî
Ev yek di şêwaza dan û standinan de guherîneke mezin e.
Çimkî Washington û Tehranê di çend hefteyên borî de tenê bi rêya navbeynkaran û li jûrên cuda peyamên xwe digihandin hev.
Li gorî zanyariyên Koşka Spî, şandeya pilebilind a Amerîkayê ya ji bo van dan û standinên çarenûssaz ji van kesan pêk tê:
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner.
