Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya û Ukraynayê di çarçoveya dan û standinan de 175 dîlên şer bi hev guhertin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di navbera wan û Ukraynayê de pevguhertina dîlan çêbûye.
Ev pevguhertin di encama dan û standinên sînordar ên di navbera her du aliyan de pêk hat.
"175 dîl hatin vegerandin"
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî 175 leşkerên Rûsyayê yên dîl ji deverên di bin kontrola Ukraynayê de hatin vegerandin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha da zanîn ku di beramberî wê de wan 175 dîlên şer ên Ukraynayê jî radest kirine.
"Zêdetirî hezar û 200 leşker hatin kuştin"
Ji aliyê din ve, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên wan li hemû eniyên operasyona leşkerî ya li Ukraynayê bi pêş ve diçin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, tenê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî hezar û 200 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.