Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê, merasîma kevneşopî ya Newrozê ya ku ji aliyê Ofîsa Tevlîbûna Civakî ya Şaredariyê (MOCE) ve hatibû amadekirin, li Pirtûkxaneya Harold Washingtonê hat lidarxistin.
Ev cara duyem e ku ev çalakî tê lidarxistin û êdî bûye kevneşopiyek.
Şaredarê Chicagoyê Brandon Johnson bi xwe beşdarî merasîmê bû û bal kişand ser cihêrengiya çandî ya bajêr û giringiya Newrozê.
Peyama yekîtiyê ya Şaredar Johnson
Şaredar Johnson di pîrozbahiyê de axaftinek kir û diyar kir ku avahiya pirçandî ya Chicagoyê dewlemendiya herî mezin a bajêr e.
Johnson anî zimên ku Newroz nîşaneya nûbûn, aştî û mizgîniya hatina biharê ye.
Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo paşeroja Chicagoyê jî dibe îlham û vîna jiyana bihevrebûnê ya çandên cuda bajar xurttir dike.
#VÎDEO - Şaredariya Chicagoyê li Pirtûkxaneya Harold Washingtonê bi beşdariyeke berfireh resepsiyona Newrozê li dar xist
🔥 Ev çalakî ji aliyê Ofîsa Beşdariya Civakî ya Şaredariya Chicagoyê (MOCE) ve hat organîzekirin
📹 Hatîce Aktayê ji Rûdawê re şand pic.twitter.com/7H4vkTsKWc
