Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî hevdîtinên 20 saetan ên li Îslamabadê, ji ber ku Îranê nexwestiye dev ji bernameya xwe ya navokî berde, wan biryar daye ku Tengava Hurmizê dorpêç bikin.
Trump di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser platforma Truth Socialê belav kir û da zanîn ku şandeya wî ya ku ji Alîkarê Serok JD Vance, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê wî Jared Kushner pêk dihat, bi rayedarên Îranê re hevdîtin kiriye.
Donald Trump her wiha spasiya Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr kir ji bo navbeynkariya wan a serkeftî ya ku li Îslamabadê pêk hatiye.
"Îran naxwaze dev ji bernameya atomî berde"
Serokê Amerîkayê diyar kir ku tevî nêzîkatiyeke rêzdar a her du aliyan jî, dan û standin li ser mijara herî girîng -çekên atomî- bêencam mane û tekez kir ku "Îran dê ti carî nebe xwediyê çekên atomî."
Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku hevdîtinên li Pakistanê ji bo rêgirtina li şerekî cîhanî yê mezin bûye û got ku wî di demên borî de bi navbeynkariya xwe jiyana 30 heta 50 milyon kesan ji şerê li dijî Hindistanê rizgar kiriye.
Dorpêçkirina Tengava Hurmizê dest pê dike
Trump ferman da Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku ji bo parastina bazara enerjiyê û rêgirtina li "xespkirina cîhanî" ya Îranê, dest bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, dê tedbîrên jêrîn ên ku dê bên pêkanîn wisa ne:
