Hewlêr (Rûdaw) - Ji qedexekirina stranên Kurdî heta êrişên bi kêran ên li kolanan; Kurdên li Almanyayê rûbirûyê pêleke nû ya 'nijadperestiya piralî' dibin.
Raporeke nû perdeyê li ser rastiya tal a êrişên sîstematîk radike û eşkere dike ku piraniya van êrişan ji aliyê Tirkên neteweperest û komên radîkal ve têne kirin
Keçeke Kurd a stranbêj li bajarê Mannheimê yê herêma Baden-Wurttemberga Almanyayê ye.
Jineke Tirk jê re dibêje: "Ez Tirk im, tu nikarî stranên Kurdî bibêjî. Karê Kurdan li vê derê nîne."
Prof. Dr. Çinûr Kaderî bi lêkolînên xwe eşkere dike ku Kurd li Almanyayê rûbirûyê nijadperestiya piralî dibin.
Li gorî rêxistinên Kurdî zêdetirî 1,5 milyon Kurd li Almanyayê dijîn. Kurd dibin yek ji komên herî mezin ên biyanî li wî welatî.
Nijadperestiya li dijî Kurdan di jiyana rojane de çawa xuya dike?
Bûyereke din li stasyona bajarê Leipzigê Kanûna Paşîn a 2026an çêbû.
Zilamekî Kurd ê bi navê K. bi kêreke 30 santîmetreyî hat birîndarkirin. Li gorî gotina wî êrişker Ereb bûn û wan dest bi êrişên xwe kir dema wan zanî ku K. bi Kurdî axiviye.
Yek ji damezrînerên Navenda Agahiyan a Nijadperestiya li Dijî Kurdan Pesar Harîkî eşkere dike ku divê nijadperestiya dijî Kurdan "were tomarkirin û dîtin.”
Damezrînerê Navenda Agahiyan a Nijadperestiya li Dijî Kurdan Pesar Harîkî:
"Çima ev girîng e? Ji ber em dikarin van bûyerên nijadperestiya li dijî Kurdan bi awayekî amarî tomar bikin û binirxînin, da ku paşê siyaseta li Almanyayê karibe helwestê nîşan bide.
Her çi qas agahiyên me zêdetir bin, em dikarin biryarên baştir bidin. Eger nijadperestiya li dijî Kurdan veşartî bimîne, wekî mijareke girîng nayê dîtin."
Navenda Agahiyan 217 bûyerên li dijî Kurdan ên li Almanyayê tomar kirine.
Ji sedî 37,8ê kiryarên nijadperestiya dijî Kurdan Tirkên neteweperest bûne.
Ji sedî 16,6ê wan Îslamiyên radîkal dijayetiya Kurdan kirine û ji sedî 10ê kiryarên nijadperestiya dijî Kurdên Almanyayê jî "Erebên neteweperest bûne.”
