Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di vê demê de armanca wan ne kontrolkirina uranyûma Îranê ya meyandî ye.
Serokl Amerîkayê diyar kir ku bala wan a sereke têkbirina mûşek û dronên wî welatî ne.
Trump her wiha eşkere kir ku dê şer di wê demê de bi dawî bibe ku ew bi xwe "ji hundir ve" hest bi dema bidawîhatina wê bike.
Donald Trump di bernameyeke radyoyê ya kanala Fox Newsê de axivî.
Serokê Amerîkayê ragihand ku Amerîka niha bala xwe nade ser kontrolkirina uranyûma Îranê ya hatiye meyandin lê amaje pê kir ku dibe ku di qonaxekê de ew wê yekê jî bikin.
Ev peyama Donald Trump di demekê de ye ku Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Stev Wittkoff jî li ser şerê Îranê axivî.
Wittkoff di hevpeyvîna xwe ya di bernameya "Hannity" ya Fox Newsê de behsa dan û standinên atomî yên dawîn ên di navbera Îran û Amerîkayê kir.
Wittkoff eşkere kir ku dîplomatên Îranê li wê yekê mikur hatine ku nêzîkî 460 kîlogram uranyûma wan a hatiye meyandin heye.
Rêjeya wê uranyûmê ji sedî 60 e. Ew dikarin di nava hefteyekê heta 10 rojan de wê bigihînin wê astê ku ji bo çêkirina çekên atomî tê bikaranîn.
Dema rojnamegeran ji Trump pirsîn "Gelo ji bo kontrolkirina wê uranyûmê plana operasyonekê heye?" Trump bersiv got, "Na, bi ti awayî nîne. Em bala xwe nadin ser wê yekê lê belkî di qonaxekê din de em wê yekê jî bikin."
Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Di vê demê de bala me li ser wê yekê ye ku em mûşek û dronên wan bi temamî têk bibin."
Serokê Amerîkayê ti dema diyarkirî ji bo bidawîhatina şerê Îranê diyar nekir.
Trump got, şer dê di demê de bi dawî bibe ku ew bi xwe "ji hundir ve" hest bi dema bidawîkirina şer bike.
