Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje welatê wî dê dorpêçê deyne ser wan keştiyên ku hatûçûna benderên Îranê dikin.
Trump diyar kir ku dorpêç îro saet 10:00ê sibehê bi dema rojhilatê Amerîkayê (saet 17:00 bi dema Hewlêrê) dest pê dike.
Ev gotinên Trump piştî wê yekê hatin ku doh gera dan û standinên navbera Amerîka û Îranê ya bi navbeynkariya Pakistanê bi dawî hat û negihîştin rêkeftinê.
Di karvedana ewil de Trump ragihand ku hêza deryayî ya Amerîkayê dê yekser dest bi dorpêçkirina hemû wan keştiyan bike ku dixwazin têkevin nav Tengava Hurmizê yan jê derkevin.
Trump got ku Tehran bi rêya behsa "hebûna mînan" dixwaze bacê ji cîhanê bistîne.
