Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand, dan û standinên aştiyê yên ku bi Îranê re tên meşandin, dibe ku di nava 2 rojan de li Îslamabada paytexta Pakistanê careke din dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya taybet a bi New York Postê re de mijarên li rojevê nirxandin û ji bo qedandina şerê ku 7 hefte ne didome, peyamên girîng dan.
Trump di destpêka hevpeyvînê de got ku dan û standin hinekî "hêdî" dimeşin û dibe ku rûniştina duyem a hevdîtinên rasterast li cihekî Ewropayê were kirin.
Trump piştî saetekê daxuyaniyeke din da û eşkere kir ku Îslamabad dîsa di rêza pêş de ye û got:
“Divê hûn li wir (Îslamabad) bimînin ji ber ku di nava 2 rojan de dibe ku hinek tişt biqewimin.
Em bêhtir meyl dikin ku herin wir. Çima hûn dizanin? Ji ber ku mareşalê qadê karekî bêkêmasî dike.”
Trump pesnê Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr da û wekî "mareşalê qadê" qala wî kir.
Trump anî ziman ku sala borî di dema hewildanên ji bo kêmkirina aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de, pêwendiyeke wan a nêzîk bi Munîr re çêbûye û da zanîn:
