Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Reutersê li ser zarê berpirsekî payebilind ê Îranî ragihand ku Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî pêşniyara 2 welatên navbeynkar a ji bo aştiyê red kiriye.
Li gorî wî berpirsê payebilind, di civîna ewil a taybet a li ser siyaseta derve û şer de helwesta Mucteba Xamineyî ya derbarê tolehildana ji Amerîka û Îsraîlê "gelekî tund û cidî" bûye.
Berpirsê Îranî eşkere nekir ka rêberê nû bi awayekî rûbirû beşdarî civînê bûye yan na.
Wî berpirsê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, amaje pê kir ku 2 welatên navbeynkar pêşniyarek gihandine Wezareta Karên Derve ya Îranê da ku "alozî kêm bibin yan jî bi Amerîkayê re agirbest pêk were.”
Heman berpirsî derbarê hûrgiliyên pêşniyaran yan jî navê welatên navbeynkar de ti agahî neda.
Li gorî jêderê, Rêberê Bilind ê Îranê di bersiva xwe de gotiye, "Heta ku em Amerîka û Îsraîlê bi çokan de neynin, ew li ser têkçûna xwe mikur neyên û qerebûyê nedin, ne dema aştiyê ye."
Li Îranê biryara dawî ya hemû mijarên dewletê di destê Rêberê Bilind de ye.
