Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu ragihand ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ber bi qonaxa dawî ve diçe.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha diyar kir ku ew û Trump nexşeya nû ya herêmê amade dikin
Netanyahu diyar kir ku şiyana atomî û mûşekî ya Tehranê nemaye û di nav serkirdayetiya wê de derzeke kûr çêbûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di konferanseke rojnamegeriyê de got, "Ez wilo dibînim ku ev şer dê ji ya ku xelk difikire gelekî zûtir bi dawî bibe."
Netanyahu pesnê têkiliyên xwe yên bi Serokê Amerîkayê re da û got:
"Ez bawer nakim ku ti 2 serkirde wekî min û Serok Trump hevaheng bûbin. Ew rêber e û ez jî hevpeymanê wî me."
Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku ev hevkarî bûye sedema destkeftên dîrokî li qada şer.
"Îsraîl li ser derza li nav serkirdayetiya Îranê dixebite"
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser nîşaneyên hilweşînê yên di nav serkirdayetiya Îranê de û got ku piştî Mucteba Xamineyî bûye rêberê nû hîn derneketiye pêş çavan.
Netanyahu di berdewamiyê jî de got, "Ez ne piştrast im ku niha kî Îranê bi rê ve dibe.
Mucteba hîn xwe nîşan nedaye. Tiştê ku em dibînin rageşiya zêde ya di navbera wan kesan de ye ku ji bo lûtkeya desthilatê hevrikiyê dikin."
Netanyahu eşkere kir ku Îsraîl dixwaze van derzan befirehtir bike.
"Îranê şiyana çêkirina mûşekên balîstîk winda kiriye"
