Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyeke taybet a Ajansa Reutersê ya ku xwe dispêre berpirsên payebilind ên Amerîkayê, birêvebiriya Donald Trump xwe amade dike ku di şerê li dijî Îranê de derbasî qonaxeke nû bibe.
Hat îdiakirin ku şandina bi hezaran leşkerên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û operasyonên bejahî yên sînordar an berfireh ên li ser axa Îranê li ser maseyê ne.
Di roja 20î ya şerê li gel Îranê d, Washington li ser wê yekê gotûbêjan dike ku stratejiya xwe ya leşkerî ji êrişên asmanî berfirehtir bike û operasyonên bejahî jî lê zêde bike.
Berpirsên ku ji Reutersê re axivîne, diyar kiriye ku dibe ku Amerîka ji bo kontrolkirina herêmên stratejîk hêza bejayî bi kar bîne.
Sê armancên krîtîk
Li gorî rapora Reutersê, di operasyoneke bejayî ya muhtemel de dê bi taybetî li ser sê herêman rawestin:
Beravên Tengava Hurmizê: Ji bo misogerkirina derbasbûna ewle ya keştiyên petrolê, avakirina herêmên tampon li ser beravên Îranê û jiholêrakirina bataryayên mûşekan.
Girava Xarkê: Bi temamî kontrolkirina vê girava stratejîk ku ji sedî 90ê hinardekirina petrola Îranê lê tê kirin.
Pispor diyar dikin ku bi temamî jiholêrakirina binesaziya giravê dê biha be, ji ber vê yekê "desteserkirin û birêvebirin" wekî vebijêrkeke biaqiltir tê dîtin.
Depoyên Uranyumê: Ewlekirina stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê an jî veguhestina wan ji bo Amerîkayê.
Hat diyarkirin ku ev operasyon dê ji bo Hêzên Taybet ên Amerîkayê bibe erkê herî birîsk û aloz.
"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne"
Berpirsekî Koşka Spî got ku derbarê operasyona bejahî de hin jî biryareke dawî nehatiye dayîn lê Serok Trump vê vebijêrkê di nav vêbijêrkan de dihêle.
