Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji destpêka êrişên li Îranê ve, wan li zêdetirî 7 hezar armancan xistiye.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Dan Caine derbarê êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê civîneke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.
"Em dê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên nukleer"
Pete Hegseth destnîşan kir ku armancên wan nehatine guhertin û got:
"Plana me ew e ku em jêrxana pîşesaziya parastinê û platformên mûşekan ên Îranê ji holê rakin û rê li ber avakirina wan a ji nû ve bigirin.
Em dê hêzên wan ên deryayî têk bibin û em dê nehêlin ku Îran ti caran bibe xwediyê çekên nukleer."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê eşkere kir ku wan ji destpêka êrişan ve li Îranê li zêdetirî 7 hezar armancan xistiye.
Wî her wiha got, "Mîna doh, dê îro jî êrişa herî mezin û berfireh a heta niha bê encamdan."
"Mûşekên balîstîk ji sedî 90 kêm bûn"
Pete Hegseth diyar kir ku kargeh û xetên berhemanînê yên ku piştgiriyê didin bernameya dronan ên Îranê, bi asteke mezin hatine rûxandin.
Wî ragihand ku wan yekser li bi sedan navendên pîşesaziya parastinê xistiye.
Hegseth bal kişand ser wê yekê ku şiyana Îranê ya hilberîna mûşekên balîstîk derbeyeke mezin xwariye.
Li gorî gotina Hegseth, ji destpêka êrişan ve êrişên mûşekên balîstîk ji sedî 90 kêm bûne û ji sedî 90ê firokeyên bêfirokevan jî hatine xistin.
"Zerereke mezin gihîşt hêzên deryayî"
