Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got, “Êdî reftara nazik nîne û dema wê ye ku dawî li makîneya kuştinê ya îranê bê!"
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku Îranê bi êrişa li Tengava Hurmizê peymana agirbestê bin pê kiriye.
Trump dorpêça Amerîkayê ya li ser Hurmizê bi bîr anî û got, "Îranê beriya demeke kurt ragihand ku wan tengav girtiye. Ev ecêb e çimkî dorpêça me jixwe tengav girtiye."
"Em dê li hemû santral û piran bixin"
Trump gefên xwe yên li ser Îranê ducare kirin û wiha axivî:
"Em peymaneke gelekî adil û meqûl pêşkêş dikin û ez hêvîdar im ew qebûl bikin.
Eger qebûl nekin, Amerîka dê li hemû santralên elektrîkê û hemû pirên Îranê bixe."
Peyama Trump a li ser Truth Socialê
Daxuyaniya Trump wiha ye:
"Îranê doh biryar da ku li Tengava Hurmizê êriş bike. Ev binpêkirina tam a peymana me ya agirbestê ye!
Gelek ji wan guleyan çûn ber bi keştiyeke Fransayê û keştiyeke barhilgir a Brîtanyayê ve. Ev qet ne xweş bû, ne wisa?
Nûnerên min diçin Îslamabadê. Ji bo dan û standinan dê sibe êvarê li wir bin. Îranê beriya demeke kurt ragihand ku tengav girtiye.
