Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû "şande îro bi rê dikeve" lê çavkaniyên li Washingtonê diyar dikin ku dê şande "di demeke nêzîk de" biçe.
Li Îslamabada paytexta Pakistanê amadekarî qediyane lê belê beşdariya aliyan hîn fermî nebûye.
Tê pêşbînîkirin ku dan û standinên dîrokî yên Amerîka û Îranê dawî li krîza Rojhilata Navîn bînin.
Beriya van dan û standinan nezelaliyek heye.
Agahiyên nakok ên ji Washington û Îslamabadê wisa kir ku çav vegerin ser maseya aştiyê ya li Pakistanê.
Washington dibêje ‘di demeke nêzîk de’
Çavkaniyeke bilind ê Amerîkayî ji Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Wê çavkaniyî got ku amadekariyên sefera şandeya Amerîkayê ya ji bo Îslamabadê berdewam dikin.
