Dusseldorf (Rûdaw) - Tevî ku 8 kes xeniqîn û Kurd jî di nav de hebûn vê hefteyê zêdetirî hezar koçberî ji Fransayê bi qaçaxî derbasî Brîtanyayê bûne.
Wezîreke hikûmeta Brîtanyayê da zanîn ku Fransa bi hemû hêza xwe rê li ber derbasbûna koçberan digire lê kar zehmet e.
Ji Şemiyê heta Çarşemê, hezar û 118 koçber bi belemên biçûk gihîştin Brîtanyayê û ku hinekên din bi ser neketin û 8 kes xeniqîn.
Yek ji wan ciwanekî ji navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê bû ku bavê wî bi girî ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re behsa wî kir.
