Hewlêr (Rûdaw) - Îro devdevê sibehê teqîn û agirekî mezin taxa Golders Greenê hejand. Ev tax li bakurê rojavayê bajarê Londonê ye.
Tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê ne. Ew hewl didin rewşê kontrol bikin.
Agir bi wesayîtên tenduristiyê ket
Dîmenên vê bûyerê li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Li gorî wan dîmenan, agir bi hinek wesayîtên tîmên tenduristiyê ketiye.
Ev wesayît ên saziya xwebexş a Hatzolahê ne.
Divê were gotin ku Hatzolah xizmetên tenduristiyê yên lezgîn pêşkêşî civaka Cihû ya li Londonê dike.
Taxa Golders Greenê yek ji wan herêman e ku gelek Cihû lê dijîn.
Dengê teqînan hat bihîstin
Şahidên bûyerê yên li herêmê axivîn.
Wan ragihand ku beriya derketina agir wan dengê çend teqînan bihîstiye.
