Washington (Rûdaw) - Endamên her du baskên Kongreya Amerîkayê di hevpeyvînên taybet ên li gel Rûdawê de nêrînên xwe yên li ser peymaneke pêkan a di navbera Îran û Amerîkayê de anîn ziman.
Hinek endaman diyar kir ku dîplomasî tenê rêya çareseriyê ye.
Hinekên din jî teqezî li ser berdewamiya zextên li ser Îranê kir.
Ev yek nîşaneya nakokiyên kûr ên li Washingtonê ye ku çawa nêzîkî vê krîza mezin bibin.
Endamê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Johnny Olszewski tekezî li ser pêdiviya bilez a dan û standinan kir.
Johnny Olszewski amaje bi mesrefên giran ên şer ên ji bo Amerîkayê kir û got:
“Divê em vê mijarê bi rêya dîplomasiyê çareser bikin.
Divê em rêyekê bibînin ku hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo cîhanê bibe çareserî.”
Johnny Olszewski rexne li nêzîkatiya Serok Donald Trump girt û anî zimên ku stratejiyeke zelal a îdareyê nîne.
Olszewski destnîşan kir ku divê di her peymanekê de rê li ber çekên nukleerî yên Îranê bê girtin û Tengava Hurmizê ji bo bazirganiyê vekirî bimîne.
Piştgiriya ji bo zextê
Berovajî Demokratan, Komariyan piştgiriya xwe ya ji bo helwesta tund a birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir.
Endamê Kongreya Amerîkayê Greg Murphy hêvî kir ku peymanek çêbibe lê wî guherîna navxwe ya Îranê wekî şert nîşan da û got:
“Ez hêvî dikim xelkê Îranê rabe ser pêyan û dawî li dînîtiya vê hikûmeta Îslamî ya radîkal bînin.”
Murphy her wiha piştgiriya nêzîkatiya Trump kir û ew wekî “muzakerekarê mezin” pênase kir.
Wî destnîşan kir ku zextên berdewam dikarin Îranê neçarî peymanekê bikin.
Endamê Kongreya Amerîkayê Troy Nehls jî daxwaza berdewamiya zextê kir.
Troy Nehls got ku divê Amerîka “bi biryar bimîne” û anî ziman:
“Me ew anîne ser çokan. Divê em zextê bidomînin da ku Îran peymaneke li gorî berjewendiyên Amerîkayê qebûl bike.”
