Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Libnan û Îsraîlê bi armanca bidawîanîna şer îro li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo gereke nû ya dan û standinan li hev dicivin.
Di vê civînê de dê paşeroja agirbesta demkî ya ku biryar e roja yekşemê bi dawî bibe were gotûbêjkirin.
Birêvebiriya Beyrûtê dê daxwaz bike ku agirbest mehekê were dirêjkirin.
Hevdîtina krîtîk bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tê lidarxistin.
Ji bilî balyozên Libnan û Îsraîlê, Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee jî beşdarî civînê dibe.
Ev lûtke piştî pêywendiya yekem a 14ê Nîsanê, ji sala 1993yan û vir ve dibe duyemîn hevdîtina rûbirû ya di asta bilind de ya di navbera her du welatan de.
"Asteng Hizbulah e"
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê beriya civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ti nakokiyên wan ên cidî bi dewleta Libnanê re nînin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar da zanîn ku yekane astenga li ber aştiyê Hizbulah e.
Gideon Sa'ar bangî hikûmeta Libnanê kir ku ew "li dijî Hizbulahê bi hev re tevbigerin."
