Hewlêr (Rûdaw) - Di medyaya Amerîkayê de hat îdiakirin ku ji bo paqijkirina temamî ya mayînên li Tengava Hurmizê 6 meh pêwîst in.
Li gorî nûçeyan, heta ku şerê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiriye bi dawî nebe, îhtimala paqijkirina van mayînan kêm e.
Rojnameya Washington Postê (WP) li gorî agahiyên 3 berpirsên ku nexwestin navên wan werin eşkere kirin nûçeyek belav kir.
Li gorî nûçeyê, berpirsekî bilind ê Pentagonê di pêşkêşiyeke veşartî de ji endamên Komîteya Hêzên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê re têkildarî dema paqijkirina mayînan agahî dane.
Berî şer biqede mayîn nayên paqijkirin
Rayedaran diyar kir ku karên paqijkirina mayînan dibe ku 6 mehan bikişîne.
Hat ragihandin ku heta şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de neqede, kêm e ku dest bi van xebatan were kirin.
Ev dema dirêj di navbera her du baskên Kongreyê (Demokrat û Komarî) de bûye sedema dilgiraniyê.
Berpirsan her wiha zanyarî dan ku Îranê li derdora Tengava Hurmizê "20 an jî zêdetir" mayîn danîne.
Li gorî agahiyan, hinek ji van mayînan bi teknolojiya GPSê ji dûr ve tên kontrolkirin.
