Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatora Bilind a Projeyan a Rêxistina Xebayê ya Navdewletî (ILO) Fatma Gelîr Unalê ragihand ku li seranserê cîhanê ji her çar zarokên di bin 5 saliyê de zarokek di nav "hejariya giran a xwirekê" de ye.
Fatma Gelîr Unalê da zanîn ku heta 2024an hejmara zarokên karker gihîştiye 138 milyonan.
Wê diyar kir ku cîhan ji armanca xwe ya "heta 2025an bidawîanîna karkeriya zarokan" dûr ketiye.
Amarên nû yên ILO û UNICEFê nîşan didin ku bipêşketinên salên dawî yên di warê mafên bingehîn ên zarokan de pûç bûne.
Sedema vê yekê jî nearamiya aborî û siyasî ya cîhanî ye.
Fatma Gelîr Unalê hişyarî da ku rewşa niha ya di karkeriya zarokan û hejariya xwirekê de, neyeksaniyê digihîne asteke wiha ku vegera wê ne gengaz e.
Ji her çar zarokan zarokek nikare têr bixwe
Li gorî nûçeya CNBCyê, Unalê li ser bingeha amarên UNICEFê diyar kir ku nêzîkî 181 milyon zarokên di bin 5 saliyê de di nav "hejariya giran a xwirekê" de ne û ji bo jiyanê têdikoşin.
Fatma Gelîr Unalê da zanîn ku ev rêje li seranserê cîhanê tê wateya "ji her çar zarokan zarokek".
Wê metirsiya heyî bi van gotinan anî zimên:
"Zarokên di vê komê de nikarin bi awayekî rêkûpêk bigihîjin xwirekên biqîmet û yên li gorî temenê wan.
