Hewlêr (Rûdaw) - Çend rayedarên pilebilind ên Amerîkayê perde li ser zanyariyên îstîxbaratî hildan û ragihand ku şiyana leşkerî ya Îranê gelekî zêdetirî wê ye ku Koşka Spî û Pentagon bi eşkere qal dikin.
Li gorî zanyariyan, tevî êrişên giran jî hîn beşeke zêde ya stokên mûşekan û hêza deryayî ya Îranê parastî mane.
Kanala CBS Newsê ya Amerîkayê li ser zimanê sê rayedarên bilind ên Washingtonê belav kir ku heta destpêkirina agirbestê, nêzîkî nîvê stokên mûşekên balîstîk ên Îranê û pêgehên avêtina wan hîn wekî xwe mane û nehatine wêrankirin.
Nakokiya di navbera Trump û îstîxbaratê de
Ev zanyarî bi temamî berovajî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth in.
Trump roja sêşemê gotibû, "Me hêza deryayî û asmanî ya Îranê tune kir û serkirdeyên wan me nehîştin."
Wezîrê Şer jî “Operasyona Xezaba Dastanî" wekî serkeftineke dîrokî bi nav kiribû ku şiyana leşkerî ya Tehranê ji bo çend salan xistiye.
Lê belê raporên îstîxbaratî tabloyekî cuda nîşan didin.
Hêza deryayî û astengiyên li Hurmizê
Rayedarên ewlehiyê eşkere dikin ku nêzîkî ji sedî 60î hêza deryayî ya Supaya Pasdaran, bi taybetî qeyikên wan ên bilez hîn mane.
Her çend hêza deryayî ya asayî û keştiyên mezin ên Îranê zerereke zêde dîtibin jî, ew qeyikên ku ji bo "şerê mezin" hatine çêkirin hîn dikarin li Tengava Hurmizê astengiyên mezin çêbikin.
