Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji Rûdawê re ragihand ku îsal 3 koçberên Îraqî û Sûriyeyî di rêya koçê de canê xwe ji dest da yan winda bûn.
Ev di demekê de ye ku di heman dema sala borî de ev hejmar 33 koçber bûn.
Berdevkê IOMê George Galindo bersiv da pirsên Edîtora Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa.
George Galindo got, "Îsal koçberekî Îraqî di rêya gihîştina welatên Ewropayê de canê xwe ji dest da lê par heta vê demê du koçber miribûn."
Amarên li ser koçberên welatên herêmê
Berdevk eşkere kir ku îsal 2 koçberên Sûriyeyî mirine yan winda bûne lê par ev hejmar 24 kes bûn.
Her wiha îsal ti koçberê Tirk yan Îranî di rêya xwe de rûbirûyî vê qederê nehatine.
Li gorî gotina George Galindo sala par 3 koçberên Îranî û 4 koçberên Tirk miribûn yan winda bûbûn.
