Dusseldorf (Rûdaw) - Werzişvanekî Kurd li pêşbaziya “European Jiu Jitsu”yê madalyaya zêrîn stand.
Werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkane di pêşbirka “jiu jitsu”yê de bû şampiyonê Ewropayê û lîstikeke xweparastinê ya Japonî ye.
Ferşad Gerdkane di pêşbaziya ku bi navê European Jiu Jitsu tê lidarxistin de di klasmana 94 kîloyan de bû şampiyon.
Dema ew li ser dika yekemîniyê rawestiya, alayeke mezin a Kurdistanê derxist û hejand.
Ferşad Gerdkane bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku ev turnuva di asta cîhanê de pir girîng e û salê carekê tê lidarxistin.
Ferşad zelal kir ku pêşbazî li Ewropayê tê lidarxistin lê ji hemû cîhanê werzişvan beşdarî dibin.
“Min serkeftina xwe jî pêşkêşî Kurdistanê kir”
Ferşad diyar kir ku wî ev serkeftin pêşkêşî Kurdistanê kiriye û got:
“Dema min pilaya yekem bi dest xist, min biryar da Alaya Kurdistanê li vê meydanê bilind bikim û navê Kurdistanê bilind bikim û min wisa jî kir.
