Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li ser hewla reşandina guleyan a li Otêla Hiltonê ya Washingtonê agahiyên nû eşkere kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrişkar çend cureyên çekan bi xwe re biribûne û efserekî Dezgeha Nihênî ji nêzîk ve hatiye birîndarkirin.
Donald Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya li Koşka Spî de axivî.
Trump diyar kir ku êrişkar "kujerekî bikirêgirtî" bûye û xwestiye êrişî destûra Amerîkayê bike.
Trump eşkere kir ku gumanbar xelkê eyaleta Californiayê ye û niha lêpirsîna wî berdewam dike.
Trump kêliyên bûyerê wisa vegotin:
"Ev aheng ji bo azadiya raderbirînê hatibû terxankirin ku biryar bû endamên her du partiyan û medyayê kom bike.
Min dît ku hemû bi hev re yekgirtî bûn, ew tiştekî gelekî xweş bû.
Mêrekî di xaleke kontrola ewlehiyê de bi çendîn çekan êriş kir û ji aliyê endamên wêrek ên Dezgeha Nihênî ve hat têkbirin."
Trump derbarê birîndarbûna efserekî Dezgeha Nihênî destnîşan kir ku efser ji nêzîk ve û bi çekeke gelekî bihêz hatiye gulebarankirin lê çaketê wî yê ku guleyan nabire jiyana wî rizgar kiriye.
Trump got: "Tenê beriya demekê ez bi wî efserî re axivîm, ew gelekî baş e û rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
"Gule tenê li kesên ku karên mezin kiribin tên reşandin"
Serokê Amerîkayê ragihand ku ji bo "zelaliyê", wî ferman daye ku vîdeoya kêliya êrişê û çawaniya desteserkirina êrişkar li ser platforma "Truth Social" û platformên din were belavkirin û anî ziman:
"Di dema serokatiya xwe de min karên gelekî mezin kirin û gule tenê li kesên ku karên mezin kiribin tên reşandin."
Serokê Amerîkayê li ser bûyerê û pêwendiya wê ya bi Îranê re got:
"Di gera xwe ya yekem de min peymana Obama û Îranê hilweşand.
Nabe ku Îran bibe xwedî çeka atomî."
Trump red kir ku pêwendiya bûyerê bi Îranê re hebe û da zanîn:
"Ez bawer nakim ku pêwendiya wê bi Îranê re hebe lê lêpirsîn berdewam dikin."
Kêliyên tirsê li otelê
