Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyekî bajarê Leipzigê yê Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku du kesan bi kêran êrişî ciwanekî Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiriye û ew bi birîndar kiriye
Hat ragihandin ku êrişkaran bi gotinên "Em dê Kurdan bikujin" û bi heqaretên li ser Kobaniyê êrişî wî ciwanî kiriye.
Şivanê ku xelkê Wana Bakurê Kurdistanê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hevalê wî yê bi navê K. şeva borî (26ê Kanûn Paşîn) li bajarê Leipzigê rastî êrişeke hovane hatiye.
Li gorî agahiyên ku Şivên dane, du kesên ku bi Erebî û Tirkî diaxivîn, bi kêran êrişî ciwanê Kurd kiriye û di êrişê de her du dest, mil û lingên wî birîndar bûne.
"Ji ber ku bi Kurdî axivîn"
Şivan diyar kir ku bûyerê saet 11:35an li stasyoneke sereke ya bajêr dest pê kiriye.
Dema ku Şivan û K. bi hev re bûne, bi zimanê Kurdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kurdan axivîne.
Du ciwanên din guh daye axaftina wan û dema ku K. li tramvayê siwar bûye, ew jî li pey wî çûne.
"Gefên destdirêjiyê li dayîk û keçên Kobaniyê xwarin"
Dilşad E.yê ku hevalê wan e û li nexweşxaneyê seriyek daye K., hûrgiliyên bûyerê ji Rûdawê re eşkere kirin.
K. ji hevalên xwe re gotiye ku piştî ew li tramvayê siwar bûye, wan her du kesan bi Erebî, Tirkî û çend zimanên din dest bi heqaretan kiriye.
K. gotiye: "Wan heqaret li Kurdan û Mezlûm Ebdî dikir. Digotin 'Em dê destdirêjiyê li dayîk û keçên Kobaniyê bikin. Em dê Kurdan bikujin.'"
