Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Kyodoyê, îro li Girava Hokkaido ya Japonyayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbûye.
Saziya Keşnasiyê ya Japonyayê ragihand ku erdhej serê sibehê çêbûye û kûrahiya erdhejê 83 kîlometre ye.
Rewşa binesazî û santrala atomê
Heta niha li ser birîndarbûn an jî zererên binesaziyê ti agahî nehatine ragihandin.
Saziya Keşnasiyê ew îhtîmal red kir ku ev erdhej bi hişyariyên dawî yên li ser metirsiya erdhejeke bihêztir a li herêmê ve girêdayî be.
Rayedaran eşkere kir ku li Santrala Atomê ya Tomariyê ti rewşa neyînî nehatiye dîtin.
