Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îdiayên derheqê xwe got, "Ez ne tecawizkar im, min tecawizî ti kesî nekiriye, ez ne pedofîlî me."
Cole Tomas Allenê ku gumanbarê êrişa bi çekan a li xwarina Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî ye, li ser Trump hinek angaşt anîbûn zimên.
Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi televizyona CBSyê re bertek nîşanî pêşkêşkarê da ku îdiayên êrişkar xwendin.
Pêşkêşkar notên Allen xwendin ku tê de îdiayên wekî "tecawizkar û pedofîlî"yê hebûn.
Donald Trump li ser vê yekê got, "Ez ne tecawizkar im, min tecawizî ti kesî nekiriye, ez ne pedofîlî (ew kesên ku meyla wan a zayendî ji bo zarokan heye) me."
"Gotinên pûç ên mirovekî nexweş in"
Trump ev îdiayên gumanbar wekî "gotinên pûç ên mirovekî nexweş" nirxandin.
Trump diyar kir ku divê pêşkêşkar ji ber xwendina van îfadeyan "şerm bike."
